Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Weşana erebî ya pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» di civîneke bi mijara «Nîzama nû ya cîhanê» di ramana Rêberê Şoreşa Îslamî de, bi beşdariya komek kesayetiyên payebilind ên Iraqê û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hat danasîn. Di vê civînê de, hejmareke kesayetiyên siyasî û çandî yên Iraq û Îranê li ser aliyên cuda yên vê mijarê û ramana Rêberê Şoreşa Îslamî axivîn.

Civîna «Nîzama nû ya cîhanê» di ramana Rêberê Şoreşa Îslamî, Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî de, îro şemiyê piştî nîvro, bi beşdariya hejmareke kesayetiyên çandî, akademîk û siyasî û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, li salona Întîsarê ya Bexdayê hat lidarxistin.

Di vê merasîmê de, Şêx Hemam Hemûdî, serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê, û hejmareke parlementerên Iraqê, mamosteyên zanîngehê, ramanwer û nivîskarên Iraqî û komek hezkiriyên raman û pirtûkê amade bûn. Herwiha Dr. Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê berê yê Iraqê, Dr. Nûr Adil, parlementera Iraqê, Mihemed Kazim Al Sadiq, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, û Dr. Mihemed Exgerî, cîgirê navneteweyî yê Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Rêberê Şoreşa Îslamî, axaftin pêşkêş kirin.

Di dawiya vê civînê de, ji bo cara yekem li Iraqê weşana erebî ya pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» hat danasîn.

Pêgeha taybet a Iraqê wekî yek ji welatên Eniya Berxwedanê û herwiha beşdariya berfireh û dîrokî ya gelê vî welatî di merasîma bi rêkirina termê Îmamê mucahid ê şehîd Seyîd Elî Xamineyî de, ji nîşaneyên hevrêtiya wan bi rêça Berxwedanê û li ber xwe dana wan li hember împaratoriyê (istikbarê) û dagirkeran in, ku girîngiya danasîna vê berhemê li Iraqê zêdetir dike.

Pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» di sê beşan de jiyan û nêrînên Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî, Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Xamineyî, dinirxîne û bi armanca nasandina jiyan û ramana wî ji xwendevanên navneteweyî re hatiye nivîsandin.

Herwiha, hevdem bi lidarxistina bîst û heftemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Bexdayê di meha îlonê de, pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» li gel çend sernavên nû yên weşanxaneya «Şoreşa Îslamî» dê li stenda vê weşanxaneyê ji xwendevanan re bê pêşkêşkirin.

Danasîna weşana erebî ya pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» di civîna Bexdayê de
Danasîna weşana erebî ya pirtûka «Berbanga Nîzama Nû ya Cîhanê» di civîna Bexdayê de
Salona civîna «Nîzama nû ya cîhanê» di ramana Rêberê Şoreşa Îslamî de li Bexdayê
Salona civîna «Nîzama nû ya cîhanê» di ramana Rêberê Şoreşa Îslamî de li Bexdayê