Gelê Iraqê di bi rêkirina termê Şehîd Xamineyî de destaneke dîrokî tomar kir
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Merasîma bîranîna çilemîn roja bi rêkirin û veşartina termê Şehîd Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî, Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî, bi beşdariya beşên cuda yên civaka Iraqê û hin berpirsên Îranî li avahiya Rêveberiya Giştî ya Ragihandinê ya rêxistina Heşda Şeabî li Bexdayê hat lidarxistin.
Heyeteke fermî ya Komara Îslamî ya Îranê, hejmareke fermandarên Heşda Şeabî, kesayetên fermî û olî, şêx û mezinên eşîran û her wiha xwediyên mewkibên Huseynî beşdarî vê merasîmê bûn.
Hucetulîslam û Muslimîn Mihsin Qumî, endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Xubregan a Rêberiyê û cîgirê karûbarên navneteweyî yê Ofîsa Rêberê Şoreşa Îslamî, di merasîma bîranîna çilemîn roja bi rêkirin û veşartina termê Şehîd Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî de li Bexdayê got:
Em ji merceiyeta olî ya Necefa Eşref, bi taybetî ji Ayetullah Seyîd Elî Sîstanî, û ji gelê Iraqê ji dil spas û pêzanîna xwe pêşkêş dikin.
Gelê Iraqê bi amadebûna xwe ya bi heybet di merasîma bi rêkirina termê de, di yekîtiya îslamî û gelêrî de destaneke dîrokî tomar kir.
Hezkirin û dilovaniya Rêberê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê ji bo neteweya Iraqê rastiyeke ku nayê înkarkirin e.
Ji ber rehên şaristanî yên kûr û girêdanên baweriyê, girêdana di navbera her du welatan de ji têkiliyên Îranê bi her welatekî din re cuda ye.
