Komîteya «Salvegera Bilindbûna Xwînî ya Îmamê Mucahid ê Şehîd» hat avakirin
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Bi fermana Huccetulîslam wel-Muslimîn Seyîd Muhsin Xamineyî, serokê Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Raman û Berhemên Îmamê mucahid ê şehîd Hezretê Ayetullahil-Uzma Seyîd Elî Xamineyî, komîteya «Salvegera bilindbûna xwînî ya Îmamê mucahid ê şehîd» hat avakirin û endamên wê hatin destnîşankirin.
Di nav endamên destnîşankirî yên vê komîteyê de mirov dikare behsa Dr. Mihemedriza Arif, cîgirê yekem ê serokkomar; Huccetulîslam wel-Muslimîn Merwî, mitewelliyê Astana Quds a Rezewî; Huccetulîslam wel-Muslimîn Taib, serokê Rêxistina Besîca Mustezefan; Dr. Xulamelî Heddad Adil, şêwirmendê Rêberê birêz ê Şoreşê; Huccetulîslam wel-Muslimîn Hac Elîekberî, serokê Encûmena Siyasetdanînê ya Îmamên Îniyê yên welêt; û Dr. Elîriza Zakanî, şaredarê Tehranê bike.
Ev komîte dê bernameyên salvegera şehadeta Rêberê Şoreşa Îslamî di rojên 9ê Esfendê de di asta neteweyî û navneteweyî de bişopîne.
Di vê fermanê de ronîkirina raman û kirinên Îmamê mucahid ê şehîd, xêzkirina rehendên kesayetiya wî û bilindkirina hişyariyê derbarê «Ekola Îmamê mucahid ê şehîd» de, bi armanca domandina rê û peyama wî rêberê îlahî, wekî erkên komîteyê hatine diyarkirin. Herwiha li ser xurtkirina hişyarbûn û rabûna netewe û ummetê û kûrkirina yekîtiya neteweyî û îslamî hatiye tekezkirin.
Balkişandina li ser berfirehî û cihêrengiya muxatabên navneteweyî, girîngîdana bi çalakiyên gelêrî û amadekirin û pêkanîna bernameyên çandî, hunerî, siyasî û civakî, ji xalên din ên vê fermanê ne. Herwiha li ser dûrketina cidî ji karên formalîte û lêçûnên bêcih hatiye tekezkirin.
Nivîsa temam a fermana destnîşankirina endamên komîteya salvegera şehadeta Rêberê şehîd ê Şoreşê wiha ye:
بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê dilovan û mihreban
إِنَّ اللَّهَ اشْتَرَى مِنَ الْمُؤْمِنِینَ أَنْفُسَهُمْ وَأَمْوَالَهُمْ بِأَنَّ لَهُمُ الْجَنَّةَ یُقَاتِلُونَ فِی سَبِیلِ اللَّهِ فَیَقْتُلُونَ وَیُقْتَلُونَ وَعْدًا عَلَیْهِ حَقًّا فِی التَّوْرَاةِ وَالْإِنْجِیلِ وَالْقُرْآنِ وَمَنْ أَوْفَى بِعَهْدِهِ مِنَ اللَّهِ فَاسْتَبْشِرُوا بِبَیْعِکُمُ الَّذِی بَایَعْتُمْ بِهِ وَذَلِکَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِیمُ التَّائِبُونَ الْعَابِدُونَ الْحَامِدُونَ السَّائِحُونَ الرَّاکِعُونَ السَّاجِدُونَ الْآمِرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَالنَّاهُونَ عَنِ الْمُنْکَرِ وَالْحَافِظُونَ لِحُدُودِ اللَّهِ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِینَ.
Bêguman Xwedê can û malê bawermendan ji wan kirriye, bi wê yekê ku bihuşt ji wan re be. Ew di riya Xwedê de şer dikin, hem dikujin û hem têne kuştin. Ev sozeke rast e li ser Wî, di Tewrat, Încîl û Qur'anê de. Û kî ji Xwedê bêtir bi sozê xwe re wefadar e? Îcar bi wê bazara ku we pê re kiriye şa bibin; û ev e serkeftina mezin. (Ew) tobekar, perestvan, pesindarên Xwedê, rojîgir, rukûkar, secdekar, fermandarên qenciyê, astengkarên xirabiyê û parêzvanên sînorên Xwedê ne; û mizgîniyê bide bawermendan. (Qur'an, Tewbe 9:111–112)
Silav û selawatên Xwedê li ser mamosteyê mezin ê vejîna dîrokî ya ummetê û hevalên wî yên şehîd be.
Ji bo rêzgirtina li kesayetiya bilind a yektayê serdemê, tava biriqok a Şoreşa Îslamî, xuyabûna giştgiriya Îslama delal, Seyîdulşuhedayê ummeta Îslamê di serdema xeybetê de, mîmarê şaristaniya nû ya Îslamî, şagirtê herî bijarte yê ekola Îmam Xumeynîyê rehmetî yê payebilind, rêberê payebilind, Îmamê mucahid ê şehîd Hezretê Ayetullahil-Uzma Seyîd Elî Xamineyî; û ji bo mezinkirina bûyera bi rûmet a fedakarî û bilindbûna xwînî ya wî hezretî, wekî hişyarkerê neteweyan û lezkerê têkçûn û hilweşîna dijminên herî qirêj ên Xwedê û mirovahiyê û gihîştina netewe û ummetê bi lûtkeyên bextewariyê di dehsala yekem a «Gava Duyem a Şoreşa Îslamî» de; û ji bo bîranîna destana rabûna mezin a netewe, ummeta Îslamê û bindestên cîhanê di parastina şoreşê û Îrana Îslamî de; komîteya «Salvegera bilindbûna xwînî ya Îmamê mucahid ê şehîd» tê avakirin û hûn wekî endamê wê têne destnîşankirin.
«Komîte» erkdar e ku di bin nêrîn û fermana cîgirê salih ê wî hezretî, pêşewayê ummeta Îslamê, nûnerê Îmam «عجلالله تعالی فرجه الشّریف» (Xwedayê mezin ferecê wî yê pîroz nêzîk bike), Hezretê Ayetullah Seyîd Mucteba Xamineyî «مدظلهالعالی» (siya wî ya bilind bidome) de, bi ronîkirina raman û kirinên «Axayê Şehîd ê Îranê» û xêzkirina rehendên kesayetiya wî ya nûranî, bi armanca domandina rê û peyama wî rêberê îlahî, ji bo bilindkirina hişyariyê derbarê «Ekola Îmamê mucahid ê şehîd» de hewl bide; da ku bi xurtkirina hişyarbûn û rabûna netewe û ummetê û kûrkirina yekîtiya neteweyî û îslamî, xwepêgihandin di warên dîn, aqil, zanist û îradeyê de û avakirina civakê wekî destpêka şaristaniya nû ya Îslamî hêsan û bilez bibe.
«Komîte» divê bala xwe bide qada berfireh a muxatabên navneteweyî — ji misilmanên Rojhilatê Asyayê bigire heta ciwanên Ewropa û Amerîkaya Bakur û xwendekarên piştgirê Filistînê li zanîngehên Amerîkayê, ku muxatabên sê nameyên Îmamê mucahid ê şehîd bûn — û di heman demê de bi bal û girîngîdana li ser çalakiyên gelêrî, li gorî cihêrengiya muxataban di hemû rehendên çandî, hunerî, siyasî û civakî de bernameyên hûrbîn amade bike û di dema diyarkirî de pêk bîne. Tê hêvîkirin ku «Komîte» bi cidî li gorî şîretên tekezkirî yên Îmamê mucahid ê şehîd ên ji bo dûrketina ji karên formalîte û lêçûnên bêcih tevbigere.
Hêvîdar im ku hemû hewldanên ji bo bîranîna wî mirovê îlahî yê payebilind, bibin cihê razîbûn û lutfa Mezinê me Hezretê Sahibul-Esr wez-Zeman «عجلالله لهالفرج» (Xwedê ferecê wî nêzîk bike).
Bi rêzdarî, Seyîd Muhsin Xamineyî, serokê Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Raman û Berhemên Îmamê mucahid ê şehîd Hezretê Ayetullahil-Uzma Seyîd Elî Xamineyî