Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

Nûçeya koçkirina mamosteyê mezin ê hewzeya ilmî, Hezretê Ayetullahil-Uzma Wehîd Xorasanî gihîşt. Ew mezin wekî yek ji stûnên sereke yên hînkirina fiqh û usûlê di hewzeya ilmî de dihat hesibandin. Du civînên wî yên dersê yên rojane, di dehsalên dawî de, ji civînên dersê yên herî sereke dihatin hesibandin. Di van dersan de, ji bilî aliyên lêkolînî yên xwe yên şexsî, baldariya wî ya cidî, kûr û bi qedirzanî li ser nêrînên hinek ji zanayên herî navdar ên serdemên dawî yên hewzeya ilmî ya Necefa Eşref û serweriya wî li ser wan bi başî xuya dibûn. Ji ber ku ev alî her tim bi gotina zelal, birêkûpêk û xurt a mamosteyê birêz re bû, her civîneke dersê ji bo xwazyarên zanist û fezlê dikir saeteke bikêr û bi qîmet. Îro hejmareke mezin ji mamoste û zanayên hewzeya ilmî ya Qumê û heta hewzeyên din ên welat, û komeke ji alimên olî yên herêmên cuda, şanaziya amadebûna di dersa wî mezinî de di rabirdûya xwe ya zanistî de tomar dikin, û hemû bi pesindan bîra xuyabûna zelal û paqij a hêmana dilsoziyê ya ji bo zatên pîroz ên Masûman «صلوات‌الله و سلامه‌ علیهم اجمعین» (silav û selawatên Xwedê li ser hemûyan be) di gotin û rêbaza wî de tînin. Bê guman, ji ber xebatên wî yên dirêj û domdar di riya şerîet û mezhebê de, mafekî wî yê mezin li ser civaka bawermendan û hewzeyên ilmî heye ku divê hemû wî bi bîr bînin û jê re spasdar bin. Ez vê musîbetê ji Serwerê me «عجّل‌الله‌تعالی فرجه‌الشّریف» (Xwedayê Bilind zû fereca wî ya pîroz bîne), ji hewzeyên ilmî, ji hemû bawermendan û bi taybetî ji malbata wî ya bi rûmet re serxweşî dibêjim û ji Xwedayê Heq «جلّ‌و‌علا» (Mezin û Bilind e) ji bo wî mezinî bilindbûna payeyan dixwazim.

Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
26 Aban 1405

Ayetullahil-Uzma Wehîd Xorasanî (rast) di hevdîtinekê de bi Rêberê şehîd ê Şoreşê re (wêneya arşîvê)
Ayetullahil-Uzma Wehîd Xorasanî (rast) di hevdîtinekê de bi Rêberê şehîd ê Şoreşê re (wêneya arşîvê)