Şeva pêncem a merasîma şînê ya meha Muherremê li Zeynebiyeyê, li nêzî cihê bilindbûna esmanî ya Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Di vê merasîmê de, ku ji aliyê Rêberê Şoreşa Îslamî Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî ve tê lidarxistin, Huccetulîslam wel-Muslimîn Tebatebayînejad bi referansa çend ayetên Quranê Pîroz, erka mucahidên riya Xwedê wiha diyar kir: li hember dijminên Xwedê bi xurtî li ser piyan man, pêbaweriya bi hêz û alîkariya Perwerdigar, parastina çarçoveyên îlahî, yekîtî û dûrketina ji nakokî û parçebûnê, û sebir li hember dijwariyan. Wî got: Îmana xurt bi hêza Perwerdigar ruhê berxwedanê diafirîne, wek ku gelê mumin ê Îranê pişta xwe bi îmana xwe girê da, li hember hêzên mezin rawestiya û ew têk birin.
Herwiha di vê merasîmê de birêz Mehdî Semawatî Duaya Tewessulê xwend û birêz Mihemedriza Bezrî behsa musîbetan kir û nohe xwend.