Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Têkiliyên Giştî yên Ofîsa Rêberê Şoreşa Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir:

Çavkaniya fermî ya weşandina peyam, nûçe û naveroka têkildarî Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî, ofîsa wî û Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Rêberê Şoreşê ye û her naverokeke li derveyî vê çarçoveyê ne pêbawer û ne rast e.

Deqê daxuyaniya Têkiliyên Giştî yên Ofîsa Rêberê Şoreşa Îslamî wiha ye:

بسم‌الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

Bi bibîranîna Erbeîna Huseynî û rêzgirtina ji ruhê bilind ê Rêberê şehîd ê Şoreşê, ji gelê birûmet û şiyarbûyî yê Îranê re tê ragihandin ku di rojên dawî de hin gotin bi navê Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî di cîhana virtual de hatine belavkirin ku mixabin dibin sedema tevliheviya raya giştî û afirandina dubendî û nakokiyê di civakê de.

Li ser vê bingehê, çend xal derbarê nûçe û naveroka têkildarî Rêberê bilind tên ragihandin:

1. Çavkaniya fermî ya weşandina peyam, nûçe û naveroka têkildarî Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî, malpera agahdariyê ya Ofîsa Rêberê Şoreşê an jî malpera parastin û belavkirina berhemên Rêberê Şoreşê ye û her naverokeke ku li derveyî vê çarçoveyê were weşandin ne pêbawer û ne rast e.

2. Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî di peyamên xwe de, di nav wan de di peyama dawî de, li ser parastina yekîtiya pîroz û parastina rûmeta berpirsên dilsoz û xizmetkarên sîstema Îslamî, bi taybetî hikûmeta birêz, tekez kirine. Naverokên ku berevajî şîretên tekezkirî yên Rêberiyê dibin sedema dubendî û perçebûnê di civakê de û zemînê ji bo îdiayên nerast li dijî berpirsên birêz amade dikin, di xizmeta armancên xerabxwaz û dijminên sondxwarî yên gelê Îranê de ne. Li ser vê bingehê, ew naveroka ku di cîhana virtual de hatiye weşandin û tê de kesek îdiayek derbarê bertekê Rêberê Şoreşa Îslamî li ser nameya Serokkomarê birêz derxistiye holê, ji bingehê ve derew û dijî rastiyê ye.

Têkiliyên Giştî yên Ofîsa Rêberê Şoreşa Îslamî
13 Mordad 1405