Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

Pasdar Tûmgeneral Mustefa Îzedî

Bi berçavgirtina berpirsiyarî, şiyan û ezmûnên we yên bi qîmet, û li ser pêşniyara Fermandarê Giştî yê Supahê, ez we wekî Cîgirê Fermandarê Giştî yê Supaha Pasdarên Şoreşa Îslamî tayîn dikim.

Lîstina roleke cîhadî di bilindkirina asta amadebûnên rêxistinî de, bi dabeşkirina rol û erkan li gorî tedbîrên Fermandarê Giştî yê Supahê, tê hêvîkirin.

Hêvî ye ku bi lutfên Xwedê û di bin siya duayên bi xêr û bereket ên Mezinê me (Xwedê ferecê wî yê pîroz nêzîk bike) de, serkeftinên zêdetir û her cure fetih û serfiraziyê ji bo hemû hêzên çekdar ên nîzama Îslamî pêk werin.

Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî