Tayînkirina Pasdar Tûmgeneral Ehmed Wehîdî wekî Fermandarê Giştî yê Supaha Pasdaran
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Pasdar Tûggeneral Ehmed Wehîdî
Bi berçavgirtina şehadeta bi şanaz û serbilind a Pasdar Korgeneral Mihemed Pakpûr bi destê dijminê siyonîst-Amerîkî, û bi baldariya li ser xizmetên we yên hêja û ezmûnên we yên bi qîmet, ez we bi dayîna rutbeya tûmgeneraliyê wekî Fermandarê Giştî yê Supaha Pasdarên Şoreşa Îslamî tayîn dikim.
Di rewşekê de ku nîzama pîroz a Komara Îslamî ya Îranê di rûbirûbûneke stratejîk û çarenûssaz de bi împaratoriya cîhanî (istikbara cîhanî) re ye, pêkanîna daxwazên jêrîn tê hêvîkirin:
1. Bilindkirina berdewam û hemlayenî ya şiyanan ji bo astengkirina herî zêde, û amadebûna jîrane ji bo pêkanîna operasyonên êrîşkar ên bi hêz li dijî dijmin
2. Bilindbûna çandî di rêxistina Supahê de û xurtkirina teqwa, çavdêrî û ruhê şoreşgerî wekî gewherê hundirîn ê yek bi yek pasdar û fermandaran
3. Berfirehkirina rêveberî û fermandariyeke xwedî bingeha manewî û zanistî û jêhatîbûnên nû di rêzbendiya rêxistinî de
Hêvî ye ku di bin siya dua û şefaetên Mezinê me (Xwedê ferecê wî yê pîroz nêzîk bike) de serkeftinên ducarî û fetihên li pey hev para hemû hêzên çekdar ên nîzama pîroz a Komara Îslamî ya Îranê bibin.
Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî