Peyama serxweşiyê li ser wefata nivîskarê şoreşger Mensûr Enwerî
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم اللّه الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Wefata birêz "Mensûr Enwerî", nivîskarê dilsoz û şoreşger, bû sedema xemgîniyê.
Wî rehmetî bi afirandina gelek berheman, di nav wan de romana diwanzdeh cildî "Riya Şer" ku bal û pesnê Îmamê mucahid ê şehîd kişand ser xwe, deynê xwe yê li hember Şoreşa Îslamî da.
Ez di dema ku serxweşiyê li malbata wî û civaka edebî ya welat dibêjim, ji dergehê Xwedayê Bilind ji bo wî rehmetî lêborîn, efû û xelata Xwedê dixwazim.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
20 Aban 1405