Peyama serxweşiyê li ser wefata hunermendê şoreşger Kûroş Zareî
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم اللّه الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Wefata birêz "Kûroş Zareî", hunermendê dilsoz û şoreşger ê welat, bû sedema xemgîniyê. Çalakiyên bênavber ên wî rehmetî ji bo belavkirina hunerên şanoyê li bajar û herêmên kêmderfet ên welat û ragirtina wî ya li ser nirxên Şoreşa Îslamî cihê pesindanê bûn. Ez di dema ku serxweşiyê li malbata wî û civaka hunerî ya welat dibêjim, ji dergehê Xwedayê Bilind ji bo wî rehmetî lêborîn, efû û xelata Xwedê dixwazim.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
20 Aban 1405