Nûnerên Rêberê Şoreşê serdana helbestvan Seyid Elî Mûsewî Germarûdî kirin
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Birêz Xulamelî Heddad Adil û Huseyn Muhemmedî bi nûneriya Rêberê birêz ê Şoreşê çûn cihê ku Seyid Elî Mûsewî Germarûdî, hunermendê şoreşger û kesayetiya nemir a helbest û edebiyata welêt, lê radizê û serdana wî kirin.
Di vê hevdîtinê de, Xulamelî Heddad Adil û Huseyn Muhemmedî, nûnerên Rêberê birêz ê Şoreşê, silavên Hezret Ayetullah Xamineyî gihandin, li ser rewşa dawî ya dermankirina vî helbestvan û edîbê navdar agahdar bûn û jê re tenduristî û başbûn xwestin.