Bi boneya jidayikbûna Pêxember, ji zêdetirî 2500 mehkûman re lêborîn û kêmkirina cezayan
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Di rojên jidayikbûna pîroz a Pêxemberê Dawî Hezretê Muhemmed Mustefa (silav û selewata Xwedê li ser wî û malbata wî be) û Îmam Cefer Sadiq (silav û selewatên Xwedê li ser wî be) de, Serokê Hêza Dadweriyê di nameyekê de ji Rêberê Şoreşa Îslamî lêborîn, kêmkirin û guhertina cezayên 2577 mehkûmên dadgehên giştî û şoreşê, Rêxistina Dadweriyê ya Hêzên Çekdar û Rêxistina Te'zîrata Hikûmetê xwestibû; Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî jî biryardana li ser vê mijarê spart Serokê Hêza Dadweriyê.
Huccetulîslam wel-Muslimîn Muhsinî Ejeyî jî piştî lêkolînên pêwîst, fermana bicihanîna lêborîn, kêmkirin û guhertina cezayên van mehkûman da.