Peyam ji bo çaremîn bûyera Xelata Neteweyî ya Ciwaniya Nifûsê
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم اللّه الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Lidarxistina çaremîn bûyera neteweyî ya Ciwaniya Nifûsê derfeteke baş e ji bo axaftina li ser mijara giran a nifûsê. Di nav hêmanên hêz û pêşketinê û gihîştina Îraneke her ku diçe bihêztir de, mijara zêdekirina nifûsa pêşerojê ya Îrana delal, bi parastina hemû aliyên xwestî yên çendayetî û çawayetiyê, yek ji yên herî girîng tê hesibandin. Ev mijara stratejîk û çarenûssaz, ku di dehsalên dawî de gelek caran ji aliyê Rêberê mezin ê şehîd «اعلیالله مقامهالشّریف» (Xwedê payeya wî ya pîroz bilind bike) ve hatibû tekezkirin, hem di bicîhanîna hêzan û di afirandin û pêşxistina gelek derfetên zanistî, çandî, aborî û civakî de, hem jî di pêşîgirtin û rakirina gef û xerabxwaziyên dijminan de bi bandor e. Wisa xuya dike ku piştî bêhaybûneke dirêj û zirardar ku li ser qada plansazî û birêvebirina karên welat serdest bûbû, niha di encama hin gavan de derfetek çêbûye ku gel û berpirs bi nêrîneke kûrtir li vê mijarê binêrin.
Di baldariya li ser aliyên cuda yên nifûsê û pêdivî û hewcedariyên wê di qadên cûrbecûr de, carinan malbat û carinan jî kes pîvana nirxandina karan e. Di hin karan de, wekî xanî û gelek kel û pel û xizmetguzariyan, xerckar û bikarhênerê wan malbat e, û di hinên din de, wekî xwarin, cil û berg û karên bi tenduristiyê ve girêdayî, kes wekî yekeya pîvanê tê hesibandin. Mijara gihîştina nifûsa xwestî yek ji wan karan e ku her du alî tê de rol dilîzin. Ji ber vê yekê, girîngîdana bi cûreyên binesaziyan û aliyên girêdayî bi xurtkirina bingeha malbatê ve, dê di riya hewldanên ji bo sererastkirina xêza nifûsa welat de hêmaneke daîmî be; wekî ku baldariya li ser aliyên kesane yên girêdayî jî pêwîst e. Baldariya cidî û berfireh li ser hêsankirina zewacê di temenê ciwaniyê de, misogerkirina tenduristiya kesane ku bi xwe bi gelek tiştan ve girêdayî ye, piştgiriya zarokanînê, belavkirina çanda malbatnavendiyê û naskirina mînakên serkeftî di vî warî de, her yek ji wan gaveke bi bandor e di riya bihêztirbûna Îranê de. Herwiha ravekirina rast a van mijaran ji bo her endamekî neteweyê û bi taybetî ji bo ciwanan, dê di vî warî de alîkariyeke din be.
Bê guman her Îraniyekî bi xîret ku pêşerojeke ronî û bi rûmet ji bo vê av û axê û gelê wê dixwaze, dê ji bo berdewamiya nifşên Îraniyan di asta şaristaniya nû ya Îslamî de xwedî motîvasyon û îradeyeke xurt be. Ez ji dil hêvî dikim ku bi telafîkirina kêmasiyên ku ji hin siyasetên nifûsê yên berê derketine, û bi şopandina bi xîret a siyaseta rast û stratejîk a zêdekirina nifûsa ciwan û navendiya malbatê di vê mijarê de, welatê me yê delal bi selametî ji wê derbenda xeternak û qonaxa çarenûssaz a ku em tê de ne derbas bibe, û bi tewfîqên Xwedayî û bi duaya xêr û bereketa Serwerê me «عجّلالله تعالی فرجهالشّریف» (Xwedayê Bilind zû fereca wî ya pîroz bîne), sedemên barîna bereketên Xwedayî li ser Îraniyan, ku di vê serdemê de wekî alahilgirên heq û edaletê tên hesibandin, her ku diçe zêdetir û baştir bên amadekirin, «بمنّه و کرمه» (bi kerem û comerdiya Wî).
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
3 Azer 1405