Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

باسمه‌تعالی
Bi navê Xwedayê Bilind

Silav li zarokên min ên delal;

Min nameyên we yên tijî hezkirin xwendin. Ez ji bo lutf û qenciyên we yên zêde, ey xwendekarên ciwan û bi coş, spasdar im û ji bo hemûyên we yên ku mafek li ser stûyê min danîne, ez ê bi taybetî dua bikim.

Di nameyên we de û di yên gelek ciwan û xwendekarên din de ku vî kesê biçûk bi lutf û hezkirina xwe şa dikin, biryardarî, îrade û hesta berpirsiyariyê ya ji bo avakirina pêşerojê dibiriqe. Ev peymana xurt emanetekî bi qîmet e ku koka wê di mektebê Îslama safî ya Muhemmedî (silav û selewata Xwedê li ser wî û malbata wî be) û mîrata Xumeyniyê Mezin û Xamineyiyê şehîd (Xwedê payeyên wan ên pîroz bilind bike) de ye, û ew benê girêdana “hevpeymaniya” me bi hev re ye.

Ji bo vê armancê, bi qasî ku ji destê we tê, xwe bi çekên zanist û îmanê, paqijkirina nefsê, hogirbûna bi Xwedê re û naskirina kûr a zanînên Qur'an û Ehlê Beytê (silav li ser wan be) çekdar bikin, û bi xebat û destpêşxeriya ducarî hêz û desthilatdariya Îrana delal zêde bikin, da ku bi duaya Serwerê me yê dilovan (Xwedê fereca wî ya pîroz nêzîk bike), meşa leşkerên hevpeyman ber bi lûtkeyên pêşketin û şaristaniya Îslamî-Îranî ve her ku diçe çêtir û zûtir pêk were, inşallah.

Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
6 Aban 1405