Hevdîtina fermandarên bilind ên Hêzên Çekdar bi Fermandarê Giştî re
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Fermandarên bilind ên Hêzên Çekdar bi Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Xamineyî, Fermandarê Giştî yê birêz ê Hêzên Çekdar, re hevdîtin kirin.
Rêberê Şoreşê di vê hevdîtinê de «amadebûna şer a jîrane ji bo rûbirûbûna bi hêz a li hember dijminan» wekî yek ji pêdiviyên «pêşîlêgirtina herî zêde» dît û biryar da ku divê bersiva her ast û cureyê gefê yekser, bibandor û bê sînorê erdnîgarî be.
Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Xamineyî bi eşkereyî got: Heke dijmin dîsa dest bi êrişên leşkerî an terorîstî bikin, yên ku dem û şertên dawîhatina wê diyar dikin hêzên çekdar ên Komara Îslamî û miletê Îranê ne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar herwiha giranî da ser xurtkirina avahiya îstîxbarata leşkerî, kûrkirina berevaniya xwemalî di her du warên «doktrîn» û «taktîk» de, pêşxistina şiyanên berevanî û ewlehiyê yên nûjen bi bikaranîna teknolojiyên nû, û xurtkirina hêza manewî û ruhê cîhadî, hevdem bi hewldana bênavber ji bo dabînkirina hewcedariyên debarê û piştgiriya hêzên çekdar.
Di beşeke din a rêwerzên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de hat biryardan ku banka armancan bi awayekî were nûkirin ku cureyên cuda yên samanên maddî û nemaddî yên dijminê Amerîkî-Siyonîst bikevin nav menzîla hêzên çekdar.
Wî piştgiriya neteweyî ya ji hêzên çekdar re wekî yek ji stûnên pêşîlêgirtinê li hember biyaniyên Îrandijmin û kirêgirtiyên wan ên navxweyî dît û zêde kir: Amadebûna heşt mehan a miletê rabûyî li meydanan, domdariya Parastina Pîroz a heşt salan e, ku li gel xweragirtina hêzên leşkerî, polîsî û Besîcî, yekparçeyiya axa Îranê û nîzama Îslamî parastiye û dê biparêze.
Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî, bi qedirzanîna xweragirtina jîrane ya Eniya Berxwedanê li welatên cuda, yekîtiya qadan wekî guherbareke diyarker a bi bandora stratejîk di şekildana nîzama nû ya siyasî û ewlehiyê ya li Asyaya Rojava de dît û hêvî kir ku ev nîzama nû roj bi roj bêtir zemîna yekîtiya milet û dewletên Îslamî ji bo avabûna şaristaniya nû ya Îslamî amade bike.
Serdar Serlêşker Ebdullahî, Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar, Emîr Serlêşker Hatemî, Fermandarê Giştî yê Artêşê, û Serdar Serlêşker Wehîdî, Fermandarê Giştî yê Supaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, di hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar re, li gel pêşkêşkirina raporan li ser rewşa amadebûna parêzvanên welêt li peravên Kendava Farisî, herêmên operasyonê yên Tengava Hurmuzê, Deryaya Omanê û sînorên bakurê rojava û başûrê rojhilatê welêt, raporek jî li ser zêdebûna çend qatî ya hilberîna cureyên cebilxane û çekên keşfê, piştgiriyê û şer pêşkêşî wî kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, li gel derbirîna kêfxweşiyê ji çalakiyên hatine kirin, ji fermandarên bilind ên leşkerî xwest ku spas û razîbûna wî bigihînin hemû hêzên leşkerî, polîsî û Besîcî, karmendên van rêxistinan û yên Wezareta Berevaniyê û malbatên wan ên birêz.