Peyama pîrozbahiyê ji bo şampiyoniya cîhanê ya tîma neteweyî ya gulaşa azad a di bin 23 saliyê de
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Şampiyoniya tîma neteweyî ya gulaşa azad a di bin bîst û sê saliyê de ya Komara Îslamî ya Îranê di pêşbirkên cîhanê de, dilê miletê mezin û qedirzan ê Îranê bi şahî û serbilindiyê tije kir. Ev serkeftin ku bi bidestxistina 9 madalyayên rengîn re bû, wek şampiyoniya dawî ya tîma hêviyan a gulaşa grekoromen, encama plansazî, rêveberî û hewldana bênavber a rêveberan, rahênerên fedakar û ciwanên bihêz û xîretkêş ên welêt e. Ji van delalan re, bi taybetî ji nifşê ciwan ê qehreman ê welêt û miletê serbilind ê Îranê re pîroz dikim.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
27 Mehr 1405