Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Şandeyek ji aliyê Rêberê birêz ê Şoreşa Îslamî ve îro piştî nîvro li nexweşxaneyê serdana Hezret Ayetullah Nûrî Hemedanî kir.

Hucetulîslam wel-Muslimîn Rehîmiyan, Muhemmedî Iraqî, Muhemmediyan û Hac Elîekberî îro piştî nîvro çûn yek ji nexweşxaneyên Tehranê, silavên Rêberê birêz ê Şoreşa Îslamî gihandin Hezret Ayetullah Nûrî Hemedanî, yek ji Merceên mezin ên teqlîdê, û li ser pêvajoya dawî ya derman û tedawiya wî agahdar bûn.

Nûnerên Rêberê Şoreşa Îslamî herwiha ji bo Hezret Ayetullah Nûrî Hemedanî saxbûneke zû hêvî kirin û hêviya xwe anîn ziman ku hewzeyên zanistî di demeke nêz de careke din ji fezîletên zanistî yên vî Merceê birûmet sûdê werbigirin.