1. Destpêk
  2. Peyam
  3. 22 Pûşper 2026

Şeva duyem a merasîma şînê ya meha Muherremê li Zeynebiyeyê, li nêzî cihê bilindbûna esmanî ya Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî

Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Di vê merasîmê de, ku îsal ji aliyê Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî, Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî, ve tê lidarxistin, Huccetulîslam wel-Muslimîn Seyid Ehmed Tebatebayî di axaftineke bi sernavê «Awayê rûbirûbûna eniya îmanê bi ceribandinan re» de, belayên di eniya heqîqetê de wek zemîna pêşketinê nirxand û got: Di nexşeya giştî ya îlahî de hemû mirov di jiyana takekesî û civakî de rastî ceribandin û belayên cuda tên da ku asta dîndariya wan diyar bibe; di vê çarçoveyê de Aşûraya Eba Ebdillah (silav li ser wî be) li lûtkeya dîn û mirovahiyê dibiriqe, ji ber ku hevalên wî li hember her cure ceribandinê bi sebir û dûrbînî tevgeriyan.

Herwiha birêz Seyid Mecîd Benîfatime ji bo Hezret Eba Ebdillah (silav li ser wî be) û şehîdên Kerbelayê behsa musîbetan kir û bi bîranîna Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî û şehîdên payebilind ên Parastina Pîroz a duyem û sêyem nohe xwend.