Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî Dr. Mihemed Baqir Qalîbaf bi Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî, Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî, re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de pêşketinên herî dawî yên şerê leşkerî, aborî û zanînî yê dijminê Amerîkî-Siyonîst hatin nirxandin û giranî hat dayîn ser xurtkirina hêmanên hêza welêt, rola bibandor a nûnerên Meclîsa Şûraya Îslamî di parastin û xurtkirina yekgirtina civakî û yekîtiya neteweyî de, berdewamiya amadebûna hişyarane û pêşîlêgir a miletê rabûyî di kombûnên meydanî de, girîngiya ku hikûmet û meclîs didin hevkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û debara jiyana gel, û pêşxistina karên girêdayî hevpişkên stratejîk ên welêt.

Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî jî di vê hevdîtinê de raporên li ser xebatên nûnerên gel ji destpêka şerê ferzkirî yê sêyem heta niha û li ser bernameyên heyî û yên pêşerojê yên meclîsê ji bo çareserkirina pirsgirêk û dijwariyên welêt pêşkêş kirin.