Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

Serokê Hêza Dadweriyê Huccetulîslam wel-Muslimîn Muhsinî Ejeyî bi Hezret Ayetullah Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî, Rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî, re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de giranî li ser van xalan hat danîn: zêdekirina sermayeya civakî ya nîzamê bi rêya belavkirina edaletê, misogerkirina mafên giştî û têkoşîna bibandor li dijî gendeliyê û xalên wê yên krîtîk; lêkolîna dozan a bilez û di heman demê de bi hûrbînî û biryardarî, û bicihanîna biryaran di wextê xwe de û bi awayekî caydêr; guherîna berfireh û berbiçav di dezgeha dadweriyê de; bikaranîna herî zêde ya teknolojiyên nû di mijarên girîng de, bi taybetî çavdêriya li ser bicihanîna rast a qanûnan û pêkanîna teftîşên berdewam ên ku alîkariya rêveberiya rêxistin û saziyan dikin; çareserkirina xemsariyên di erkê de (nekirina karan) ên ku digihîjin sûcê; hewldan û plansazî ji bo têkoşîna biryardar li dijî sûc û tawanan û rakirina zemîna binpêkirinan bi hevkariya saziyên berpirsiyar; û cidiyet di vegerandina maf û tazmînata zirarên madî û manewî yên ku ji tawanên sûcdarên Amerîkî-Siyonîst derketine.

Di destpêka vê hevdîtinê de birêz Muhsinî Ejeyî raporek li ser bernameyên serdema nû ya Hêza Dadweriyê pêşkêş kir, di nav wan de nûkirina Belgeya Guherîna Dadweriyê û bileztirkirina dîjîtalkirina karan bi armanca teserûfa di dema lêkolîna dozan de, kêmkirina lêçûnan, xurtkirina biryaran û bilindkirina dilpakiya karmendên Hêza Dadweriyê.