Tayînkirina birêz Dr. Mihsin Rizayî wekî nûnerê Rêberê Şoreşê li Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Birayê birêz, birêz Dr. Mihsin Rizayî
Bi berçavgirtina ezmûnên we yên bi qîmet, bi vê yekê ez we, ku ji pêşengên serdema bi şanaz a heşt salên Parastina Pîroz in, wekî nûnerê xwe li Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî tayîn dikim. Ez hêvî dikim ku hûn di pêkanîna vê berpirsiyariya girîng de bi tevahî serkeftî bin.
Herwiha ji bo xebata şev û rojê ya birayê delal, birêz Dr. Mihemed Baqir Zulqedr, spas tê kirin.
Inşallah di bin baldariya Mezinê me Hezretî Beqiyyetullahê Ezem (Xwedê ferecê wî yê pîroz nêzîk bike) de, hûn her tim leşkerekî mucahid bin ji bo neteweya serbilind a Îranê.
Seyyid Mucteba Xamineyî