Şandeya Rêberê Şoreşê li nexweşxaneyê serdana Ayetullah Wehîd Xorasanî kir
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
Şandeyek ji aliyê Rêberê birêz ê Şoreşa Îslamî ve îro piştî nîvro li nexweşxaneyê serdana Hezret Ayetullah Wehîd Xorasanî kir.
Hucetulîslam wel-Muslimîn Rehîmiyan, Muhemmedî Iraqî û Hac Elîekberî îro piştî nîvro çûn yek ji nexweşxaneyên Tehranê, silav û duayên Rêberê birêz ê Şoreşa Îslamî gihandin û li ser rewşa dermankirina Hezret Ayetullah Wehîd Xorasanî, yek ji Merceên mezin ên teqlîdê, agahdar bûn.
Hezret Ayetullah Wehîd Xorasanî ji ber nexweşiyê hate veguhestin nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna giran (ICU) radizê.