Peyam li ser wefata diya şehîdên Muzeffer
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسمالله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Birêz Huseyn Muzeffer! Silav li ser we be;
Ez wefata diya we ya bi rûmet û diya fedakar û bi sebr a şehîdên serbilind Hesen, Elî û Riza Muzeffer (Xwedê ji wan razî be) li we, li yên din ên rêzdar ên li pey wê mayî û li malbatên mezin ên şehîd û fedakaran serxweşî dibêjim.
Vê xanima giranbiha û xwedêtirs, bi perwerdekirina zarokên mimin û berpirsiyar ên ji bo parastina pîroziya Şoreşa Îslamî, gihîşt payeya bilind a nêzîkahiya Xwedê. Hêvî ye ku ruhê wê yê pak, li kêleka ruhên pak ên zarokên wê yên şehîd, di nav rehmet û razîbûna Xwedê de noq bibe.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî