Peyama spasiyê ji neteweya Iraqê re ji bo destana bi rêkirina termê Îmamê mucahid ê şehîd
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسمالله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Em ji Merceên mezin, zanayên birêz, mamoste û fazilên hewzeyên ilmî û zanîngehan, ramanwer û elîtên bi qîmet, mîr û serokên eşîran, şêxên qebîleyan, serokên komên civakî û gelê mezin û dilovan û ciwanên xîretkêş û bi rûmet ên axa mazlûm a Iraqê re silav, rêz, rûmet û spasiyeke mezin dişînin.
Gelê bawermend ê Iraqê, ku ji nîmeta mezin a cîrantî û mazûvaniya Malbata Xwedê (selawat û silavên Xwedê li ser hemûyan be) li ziyaretgehên pîroz bi bext e, bi dîrokeke biriqok a çandê û bi piştgiriyeke manewî û rêberker wekî hewzeya ronahîdar û kevnar a Necefa Eşref û bi kirinên mucahidane di Eniya Berxwedanê de, di pêşwaziya Pêşewayê mezin ê şehîd (Xwedê payeya wî ya pîroz bilind bike) de, mîna neteweya Îranê destaneke mezin, bi wate û tijî sotin û kul afirand.
Iraq, ji wê rojê ve ku gavên pîroz ên Mewlayê me Emîrê Mûminan (selawat û silavên Xwedê li ser wî be) li ser axa wê ket, bû welatekî pîroz û di demeke kurt de gelê wê bi şanaziyeke tam gerdenîka hezkirin û welayeta wî hezretî û zarokên wî yên pak (selawat û silavên Xwedê li ser hemûyan be) li stûyê xwe kir. Serdemên serdestiya zordar û rêvebirên zalim li ser vê axê tu carî nikarîbûn gewherê pak ê welayet û hezkirina Itreta pak ji dilên vî gelî paqij bikin. Ji ber vê yekê piştî hilweşîna hukûmeta Baasê, bûyera mezin a meşa Erbaînê pêk hat û ji ber ku ji kûrahiya canê gelê bawermend derdiket, roj bi roj berfireh bû; û tam ji ber vê sedemê, dema ku vî gelî dît ku kurê mazlûm û şehîd ê Emîrê Mûminan û Seyyîdu'ş-Şuheda (selawat û silavên Xwedê li ser wan herduyan be), piştî salên dûrbûna xuyayî ji ziyaretgehên pîroz, vê carê bi termekî mîna yê Huseyn, diya wî û birayê wî tê tewafa gorên ronahîdar, bi hemû hebûna xwe hatina wî bi rûmet girtin.
Ji aliyekî din ve, ev bi rêkirina bi mîlyonan û bêhempa ya alagirê Berxwedanê, dîmeneke temam a hevdilî, biratî û hevrêbazî di navbera her du neteweyên Iraq û Îranê de nîşan da. Bê guman serokên împaratoriyê (istikbarê) bi dilên tirsonek wêneyên dîmenên bi heybet ên vê kombûna mezin li Iraqê temaşe kirin û dîtin ka çawa ew veberhênanên mezin ên ku ji bo xirakirina têkiliya her du neteweyan kiribûn, pûç û bê bandor derketin. Ev amadebûna bi dehan mîlyonî hem li Îranê û hem li Iraqê, ew jî bi boneya bi rêkirina termê Îmamê mucahid ê şehîd (Xwedê payeya wî ya pîroz bilind bike), serdemeke nû ya hişyarî û rolgirtinê ji bo guhertina hevkêşeyên berê amadekirî yên mustekbiran nivîsî. Niha Şeytanê Mezin, Amerîkaya sûcdar, fêm kiriye ku berdewamiya amadebûna wê ya bê derd û serdestane li herêmê ji xeyaleke xav pê ve ne tiştek e.
Di demeke nêzîk de careke din hembêza vekirî ya neteweya comerd a Iraqê û eşîr û qebîleyên wê yên germ û dilovan ji ziyaretvanên bi coş ên ziyareta Erbaînê re, û di nav wan de girseya ku bi navê Serwerê şehîd ê Îranê ziyaretê dikin, dê bi bîranîna vê bi rêkirina bi heybet û wî mêrê mezin ê ku dibe ku bi salan hêviya çûyîna ziyaretgehên pîroz di dilê xwe de xwedî dikir, tevlihev bibe û durûşma tijî rastî ya «حُبُّ الحسین یَجمَعُنا» (Hezkirina Huseyn me dide hev) dê nîşanî hemûyan bide û inşallah dê duaya Mezinê me (Xwedê ferecê wî yê pîroz nêzîk bike) ji bo ewlehî, bereket û pêşketina neteweya Iraqê bi xwe re bîne;
بِمَنِّهِ و کَرَمِه
Bi minet û kerema Wî.
Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî
2/Sefer el-Muzeffer/1448
26/Tîr/1405