Tayînkirina Emîr Sertîp Kiyûmers Heyderî wekî Cîgirê Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Emîr Sertîp Kiyûmers Heyderî
Li ber çavgirtina berpirsiyarî, layiqî û ezmûnên we yên giranbiha, û li ser pêşniyara Serokê Erkana Giştî, ez we wekî Cîgirê Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar tayîn dikim. Alîkariya bilindkirina şiyanên berevanî û ewlehiyê, xurtkirina hêza manewî û ruhê cîhadî yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, û balkişandina li ser hewcedariyên debarê yên endaman, bi li ber çavgirtina nêrîna Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar, tê hêvîkirin.
Hêvî ye ku bal û duayên Serwerê me (Xwedê zû fereca wî bîne) bibin sedema serkeftinên her ku diçe zêdetir ên we û hemû endamên hêzên çekdar.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî