Tayînkirina Serdar Serlêşker Pîlot Pasdar Elî Ebdullahî wekî Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Serdar Serlêşker Pîlot Pasdar Elî Ebdullahî
Li ber çavgirtina şehadeta bi şanazî û serbilind a Emîr Sipehbod şehîd Seyid Ebdurrehîm Mûsewî bi destê dijminê Siyonîst-Amerîkî, û bi balkişandina li ser xizmetên we yên layiq û ezmûnên we yên giranbiha, ez we wekî Serokê Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar tayîn dikim.
Pêkhatina herî zêde ya daxwazên jêrîn tê hêvîkirin:
1. Bilindkirina şiyan û amadebûnên hemlayenî û rojane yên berevanî-ewlehiyê yên hêzên çekdar û Besîca gelêrî
2. Amadekirina derfeta bersivdana di wextê xwe de, şoreşgerî û bibandor ji her ast û cureyên gefên leşkerî, zanînî (kognîtîf) û hîbrîd ên kevneşopî û nû li dijî nîzama pîroz a Komara Îslamî ya Îranê
3. Temamkirina pêvajoya yekkirina Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar û Navenda Sereke ya Xatemul-Enbiya (silav li ser wî û malbata wî be) li ser bingeha tedbîra Îmamê şehîd (Xwedê ji wî razî be)
Hêvî ye ku bi alîkariyên Xwedê û di bin siya duayên tijî xêr û bereket ên Serwerê me (Xwedê zû fereca wî bîne) de, serkeftinên zêdetir û hemû cureyên fetih û serkeftinê ji bo hemû hêzên çekdar ên nîzama Îslamî pêk werin.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî