Peyam bi boneya roja çilî ya şehadeta Rêberê Mezin ê Şoreşê û mijarên girîng ên şerê ferzkirî yê sêyem
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
اِنّا فَتَحْنا لَکَ فَتْحاً مُبیناً لِیَغْفِرَ لَکَ اللهُ ما تَقَدَّمَ مِن ذَنبِکَ وَ ما تَأَخَّرَ وَ یُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَیْکَ وَ یَهْدِیَکَ صِراطاً مُستقیماً وَ یَنصُرَکَ اللهُ نَصْراً عَزیزاً.
Bi rastî Me serkeftineke eşkere da te; da ku Xwedê gunehên te yên borî û yên paşê bibexşîne, nîmeta xwe li ser te temam bike û te bigihîne rêya rast; û da ku Xwedê bi serkeftineke bi hêz alîkariya te bike. (Qur'an, Fetih 48:1-3)
Çil roj di ser yek ji mezintirîn sûcên dijminên Îslam û Îranê û yek ji giraniyên herî mezin ên şîna giştî ya di dîroka vê miletî de re derbas dibin; şîna şehadeta dilşewat a Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî, bavê miletê Îranê, serokê ummeta Îslamî û pêşengê lêgerînerên heqiyê di serdema me de, seyidê şehîdên Îranê û Eniya Berxwedanê, Xamineyiyê Mezin (Xwedê ruhê wî yê pak pîroz bike).
Çil roj e ku ruhê bilind ê Rêberê me yê şehîd li cem nêzîkahiya Xwedê bûye mêvanê ziyafeta dostên Xwedê, sadiqan û şehîdan; û di heman demê de an jî li dû wî, komeke mezin ji hevalan, fermandar û şervanên Îslamê û hemwelatiyên mazlûm, ji pitikên çend rojî heta kalan, gihiştine vê feyza mezin.
Çil şev û roj e ku Xwedayê Mezin pêşengê vê ummetê vexwendiye cihê hevdîtina xwe; lê vê carê, berevajî tiştê ku di serdema Kelîmullah (Hz. Mûsa) de qewimî, hevalên Rêberê şehîd û ummeta wî ji bo bicihanîna heqiyê û rawestana li hember batilê rabûn, wekî çiyayên xurt li hember Samirî û golka wî sekinîn û wekî lavayên agirîn li ser serê destdirêjkar û fîrewniyan barîn.
Çil şev û roj e ku mustekbirên cîhanê maskên xapînok û derewîn ji rûyê xwe avêtine û rûyê kirêt û şeytanî yê kuştin û zulmê, destdirêjî û derewê, fîrewnîtî û kuştina zarokan, istibdad û fesadê nîşan dane.
Lê li hember vê, çil roj û şev e ku zarokên xîretkêş ên Xumeyniyê Mezin û Xamineyiyê delal ê şehîd û şopînerên Îslama safî ya Muhemmedî (silav û selewata Xwedê li ser wî û malbata wî be), bi xîret û wêrekiyeke bê mînak di meydan, kolan û sengerên şer de amade ne û tevî zirar û ziyanên êrîşa hovane ya dijmin, şerê ferzkirî yê sêyem veguherandine qada destana Berevaniya Pîroz a sêyem. Miletê Îranê yê hişyar û zana, her çend nîşan da ku ji ber xema mezin a veqetîna ji pêşengê xwe yê şehîd şînê digire jî, bi şopandina mîratgirên rasterast ên Aşûraya Huseynî, ji vê şînê destan û ji şînê strana lehengiyê (recez) çêkir. Hemû van tiştan dijminê ku heta diranan çekdar e xistin nav ecêbmayî û bêçaretiyê û azadeyên cîhanê mecbûrî pesindanê kirin. Vê carê nezanî û cahiliya mustekbiran bû sedem ku Esfenda 1404 bibe destpêka beşeke nû ya bihêzbûn û bilindbûna navê Îranê û Şoreşa Îslamî, û ala Îrana Îslamî ne tenê li ser erdnîgariya welatê me, belkî di kûrahiya dilên lêgerînerên heqiyê yên cîhanê de bilind bibe.
Ev bone fersendeke baş e ku bi kurtî Rêberê Mezin bê naskirin. Gotin li ser mêrekî ye ku bi qasî navdariya xwe nehat naskirin. Herkes dizane ku Rêberê me yê şehîd fiqhzanekî serdemnas û bi beser, mucahidekî bêwestan û wekî çiyayekî xurt û saxlem, alimekî bi kar û rebbanî, xwediyê zikr, şevnimêj û lavakirina li dergahê Xwedê û tewesula bi zatên pîroz ên Masûman (silav û selewatên Xwedê li ser hemûyan be) bû, û ji kûrahiya giyanê xwe ve bi sozên Xwedê bawer bû. Ji taybetmendiyên wî yên din hezkirina Îranê û hewldana domdar ji bo serxwebûna her ku diçe zêdetir a Îrana delal bû, û li gel wê jî tekez li ser yekîtiya gotinê û hevgirtina neteweyî dikir. Wî temenek di hewldana ji bo avakirina nîzama Îslamî û xurtbûn û mayîna wê de derbas kir, û di heman demê de li gorî wî Komara Îslamî bêyî gel bê wate xuya dikir. Tevî desthilatdarî û hişkiya xwe, di raman û nêrîna li ser karan de ji hûrbîniyê para wî ya mezin hebû. Wî bi taybetî guh dida derfetên welêt, bi taybetî ciwanan. Girîngî dida zanist û teknolojiyê û pêşketina di bin siya wan de. Ji bo malbatên rêzdar ên şehîdan, birîndarên şer û fedakarên delal qedreke taybet dida. Di aliyên cuda de xwediyê ezmûnên giranbiha û kombûyî bû ku hinek ji wan çend dehsalan dirêj dibûn; û gelek taybetmendiyên din ên ku lîsteyeke dirêj pêk tînin. Van rojan di hin medyayan de car bi car behsa huner, hunernasî û piştgiriya wî ya ji bo hunerê tê kirin. Ev hêman, tevî ku bi tena serê xwe dikare nirxeke mezin bide kesayeta mirovekî û bê guman di Rêberê me yê delal de bi wateya rastîn û di asta herî bilind de hebû, li gorî hêman û taybetmendiyên wî yên din piçûk xuya dike. Ez bi xwe ji wî gelek hunerên cuda dizanim: yek ji hunerên wî yên mezin ku kêm tê dîtin, hunera perwerdekirin û gihandina civakê bi rêya avakirina raman, giyan û hestên girseyên mezin ên gel û komên civakî bû.
Hunereke wî ya din avakirina saziyên bi armanc bû ku bi taybetî di salên destpêkê yên serokatî û rêberiya xwe de, bi nêrîna li asoyên dûr, dest pê kir.
Hunereke wî ya din bihêzkirina avahiya leşkerî ya welêt bû ku miletê Îranê di du şerên ferzkirî yên dawî de bandorên wê yên erênî dîtin û jê sûd wergirtin. Herwiha hêza afirandin û nûjeniyê di warên cuda de, ji zanistî û stratejîk heta siyasetdanînê, ji hunerên wî yên din bû ku beşek ji wê di amadekirina Siyasetên Giştî yên Nîzamê de diyar e. Û herwiha hêza afirandina wateyan bi rêya çêkirina di dema xwe de ya peyv û hevokên nû ku her yek ji wan gelek wate diafirand û hilgirtin û ji wan gotara giştî pêk dihat. Û ji wan, hunerek ku ji ber paqijbûna ruhê wî yê bilind di nav zehmetî, ceribandin û belayan de û ji ber sebr û xweragiriya di rêya heqiyê de bi dest ketibû, hunera pêşbînîkirina bûyerên dûr bû; wekî ku hatiye gotin: اَلمُؤمِنُ یَنْظُرُ بِنورِ الله (Mumin bi nûra Xwedê dinêre). Û hunerên din ên ku jimartina wan di vê kurtenivîsê de ne mimkun e.
Çavkaniya hemû van huner û taybetmendiyan ji bilî alîkariyên taybet ên Xwedê û bala taybet a Serwerê me û bav û kalên wî yên pak (silav û selewatên Xwedê li ser hemûyan be) ne tiştekî din bû. Belkî bê gotin ku tiştê van alîkarî û balkişandinan ber bi wî mezinî ve kişand, bi kurtî hewl û tekoşîna wî ya bêrawest û dilsoz di rêya bilindkirina gotina heqiyê de bû. Lê bi taybetî, ji bilî zehmetiyên têkoşîna li dijî rejîma xayîn a Pehlewî, wî di rêya bicihanîna erka xwe de ji fersendeke din a taybet jî gelek sûd wergirt ku bi giştî gel jê agahdar nîne. Qeder wisa hatibû nivîsîn ku seyidê ciwan ê ku bi tundî li zanistê digeriya û bê guman daxwazkarê kirinê jî bû, di demekê de ku bavê wî yê rêzdar bi xetera korbûnê re rû bi rû bû, piştî salan çokdanîna li ber mamosteyên payebilind, hemû derfetên xuya yên pêşketina zanistî û pêşerojsaz li Qumê berda û bi baweriya bi kerema Xwedê xwe ji bavê xwe re terxan kir. Kerema Xwedê li dû vê fedakariyê wiha xuya bû ku ji nişka ve Seyid Elî Xamineyî di temenê berî sî saliyê de wekî rojekê ji Xorasanê derket û zû wekî yek ji stûnên fikrî û têkoşînê hat hesibandin, û di heman demê de di zanistên kevneşopî de jî pêşketinên berbiçav bi dest xist; bi awayekî ku di salên pêncî de SAVAKê jê re digot "Xumeyniyê Xorasanê". Divê ez tekez li ser vê xalê bikim ku ev pêvajoya pêşketina hundirîn û derveyî ya wî mezinî di qonaxên paşê de jî berdewam kir. Niha, di warê dersgirtina ji reftarên mezinan û bi taybetî kesayeteke wisa de, pir rast e ku em vê taybetmendiya xêrxwaziya dilsoz ji bo hevdû û hevpariyê (mewasat) bikin rêbaza xwe; ev taybetmendî û li gel wê nêrîna li rehmeta fireh a Xwedê, cudahiyeke girîng e di navbera kesê ku di bin ala heqiyê de sekiniye û wan kesên ku li dora ala batilê civiyane. Bê guman şopandina rêbazeke wisa dê deriyên ezmanan veke û gelek cureyên alîkariyên Xwedayî û xeybî bîne xwarê; ji barîna barana rehmetê bigire heta serkeftina li ser dijmin û heta pêşketinên zanistî û teknolojîk.
Van rojan gelek caran tê bihîstin ku komên cuda yên gelê delal, bi heq û bi hesret wî kesê bêhempa yê serdemê bi bîr tînin û hêdî hêdî aliyên zêdetir ên gewhera ronak a kesayeta wî ya bilind diyar dibin. Herwiha biryara şopandina hin kirinên wî yên taybet hêdî hêdî belav dibe; ji wan, gelê me yê delal ji kulma wî ya girêdayî di dema şehadetê de gelek ders girtin û niha ev kulma girêdayî ji bo hinekan bûye sembolekeke hevpar a baweriyê. Bi vî awayî careke din tê îspatkirin ku bandora şehîd ji ya kesê sax zêdetir e û dengê wî yê bilind di banga ber bi tewhîd, lêgerîna heqiyê û têkoşîna li dijî zulm û xerabiyê de ji dema jiyana wî bi dengtir û peyama wî bi bandortir bûye; û herwiha daxwaza dilê vî şehîdê payebilind, ku bextewariya vî miletî û miletên din ên misilman bû, ji berê bêtir nêzîkî rastiyê bûye.
Bira û xwişkên hemwelatî! Îro û heta vê xala destana Berevaniya Pîroz a sêyem, bi wêrekî dikare bê gotin ku hûn, miletê qehreman ê Îranê, serkeftiyê teqez ê vê meydanê bûne.
Îro destpêka derketina Komara Îslamî wekî hêzeke mezin û ketina istikbarê nav berjêriya qelsiyê li ber çavên hemûyan eşkere bûye. Ev bê guman nîmeteke Xwedayî ye ku ji bereketa xwîna Rêberê me yê şehîd û şehîdên din ên bi kefenên sor û hemwelatiyên mazlûm û kulîlkên pelçiqandî yên dibistana Şecere Teyyîbe ya Mînabê, û li dû tewesul û lavakirinên hemû endamên miletî li dergahê Xwedê û amadebûna wan a mucahidane di meydan, tax û mizgeftan de, û ji ber canfidayiyên bêdirêx, bêminet û dilsoz ên şervanên Îslamê yên canê xwe danîne ser destê xwe di Sipah, Artêş, Hêza Asayîşê (FARACA), leşkerên nenas û parêzvanên sînor de, ji miletê Îranê re hatiye bexşandin. Ev nîmet jî wekî her nîmeteke din divê bê şukirkirin da ku bimîne û mezin bibe; wekî ku hatiye gotin: لَئن شَکَرتُم لَأزیدَنَّکُم (Eger hûn şukur bikin, bê guman ezê ji we re zêde bikim). Şukra kirdarî ya vê nîmetê hewldana bêrawest ji bo gihîştina Îraneke bihêz e.
Tiştê ku di vê qonaxê de ji bo gihîştina vê dirûşm û armanca stratejîk a Rêberê şehîd pêwîst xuya dike, berdewamiya amadebûna gelê me yê delal e, wekî wan çil rojên ku li pey xwe hiştin. Ev amadebûn stûneke girîng a wê payeyê ye ku niha Îrana desthilatdar lê bi cih bûye.
Ji ber vê yekê, bi ragihandina biryara danûstandinan bi dijmin re, divê neyê fikirîn ku amadebûna li kolanan ne pêwîst e. Belkî eger, bi texmînî, bi neçarî dora qonaxa bêdengiya qada şerê leşkerî hatibe, erka hemû kesên ku derfeta amadebûna li meydan, tax û mizgeftan heye, ji berê girantir xuya dike. Bê guman qîrînên we yên li meydanan bandorê li encama danûstandinan dikin; herwiha jimara ecêb û her ku diçe zêdetir a bi milyonan a kampanyaya "Canfida ji bo Îranê" jî ji hêmanên bibandor ên vê qadê ye. Bi destûra Xwedayê Bereket û Bilind, ji ber van rolgirtinan û berdewamiya wan, dîmena ku li pêşiya miletê Îranê ye, mizgîniya derketina serdemeke bi heybet, ronak û tijî rûmet, serbilindî û dewlemendiyê dide wan. Dema ku Rêberê me yê şehîd berpirsiyariya rêberiyê girt ser milê xwe, nîzama Komara Îslamî wekî şitlekê bû ku gelek birînên dijminên Îslam û Îranê lê ketibûn û bê guman hemû jî baş ragirtibûn. Lê dema ku piştî nêzîkî 37 salan kursiya serokatiya ummetê terikand, dareke pak (şecereya teyyîbe) li pey xwe hişt ku koka wê xurt e û şax û pelên wê li ser beşên girîng ên herêmê û cîhanê siya xwe avêtine. Nêzîkatiya gihîştina "Îraneke her ku diçe bihêztir" di rêya yekîtiya navbera qatên cuda yên civakê re derbas dibe, ku wî gelek caran tekez li ser dikir. Beşeke berbiçav ji vê yekîtiyê di van çil rojan de pêk hat: dilên gel nêzîkî hev bûn, qeşayên navbera qatên cuda yên bi meylên cihê dest bi helandinê kirin, hemû li bin ala welêt civiyan û roj bi roj jimar û kalîteya vê civînê zêde dibe. Gelek ji wan kesên ku hîn negihîştine vî rengê amadebûnê, bi dil bi girseyên li meydanan re hevrê û hevdeng in.
Van rojan gelek kes, bi çavdana asoyên dûr, nêrîneke şaristanî diceribînin û ji xwe re wêneyekî ne xeyalî, belkî li ser rastiyên îro û pêşerojê ava dikin. Ev taybetmendiyek e ku heta demeke kurt berê tenê di komeke piçûk de, ku Rêberê şehîd di serê wê de bû, dihat dîtin. Bi vî awayî her çavdêrek pêşketina bilez û mûcîzewî ya vî miletî fêm dike, û ne bê sedem e ku van rojan hekîmê navdar ê serdemê û fiqhzanê payebilind, dema ku bi we re li ser vê rewşê dipeyive, gelek caran girînek di qirika wî de li ber gotina wî dibe asteng.
Di vê derfetê de ez ji cîranên başûrê Îranê re dibêjim ku hûn mûcîzeyekê dibînin. Ji ber vê yekê rast bibînin, rast fêm bikin, li cihê rast bisekinin û ji sozên derewîn ên şeytanan bi guman bin. Em hîn li benda bersiveke guncav ji aliyê we ne da ku biratî û xêrxwaziya xwe nîşanî we bidin. Ev pêk nayê heta ku hûn rûyê xwe ji mustekbiran wernegerînin, yên ku tu fersendê ji bo biçûkxistin û îstîsmarkirina we ji dest bernadin. Divê hemû kes vê bizanin: bi destûra Xwedayê Bilind, em bê guman wan destdirêjkarên sûcdar ên ku êrîşî welatê me kirin bernadin. Em ê bê guman tezmînata her yek ji zirarên ku gihîştine, xwînbiha ya şehîdan û diyeta birîndarên vî şerî bixwazin û bê guman em ê birêvebirina Tengava Hurmuzê bixin qonaxeke nû. Em ne li dû şer bûn û ne jî niha ne, lê em bi tu awayî dest ji mafên xwe yên rewa bernadin, û di vê rêyê de em hemû Eniya Berxwedanê wekî yek parçe digirin ber çav.
Di vê qonaxê de, heta gihîştina tiştê ku aîdî me ye, berî her tiştî bila hemû endamên miletî hewl bidin ku hevdû biparêzin û li ber çavan bigirin, da ku ji ber kêmasiyên ku encama xwezayî ya her şerekî ne, zexta kêmtir li ser qatên cuda bikeve. Bê guman ev kêmasî, ku hinek ji wan li aliyê hember pir zêdetir hene, bi saya hewldanên bira û xwişkên we yên di hikûmet û saziyên din de, heta radeyeke berbiçav hatine birêvebirin.
Ya duyem, parastina guhên me, ku pencereya mejî û dil in, li hember medyayên ku ji aliyê dijmin ve têne piştgirîkirin an bi wan re hevaheng in, karekî pêwîst e. Bê guman ew medya xêrxwazên welat û miletê Îranê nînin û ev rastî gelek caran hatiye îspatkirin. Ji ber vê yekê an em bi temamî dev ji rûbirûbûn û bikaranîna wan berdin, an jî qet nebe bi gumaneke mezin li her tiştê ku pêşkêş dikin binêrin.
Ya sêyem, her çend miletê delal bi qedandina dema şîna fermî ya şehadeta Rêberê xwe yê Mezin cilên şînê ji xwe dike jî, biryara teqez a tolhildana xwîna wî ya pak û ya hemû şehîdên şerên ferzkirî yên duyem û sêyem di ruh û dilê xwe de zindî dihêle û her tim dê li benda pêkhatina wê be.
Di dawiyê de, ji Serwerê xwe re (Xwedê zû fereca wî bîne) ez wiha arz dikim ku em bi baweriya bi Xwedayê Mezin û tewesula bi Îmamên Masûm (silav û selewatên Xwedê li ser wan be) û bi şopandina Rêberê xwe yê şehîd, di bin ala we de û li hember eniya kufr û istikbarê sekinîne; û di vê rêyê de me şehîdên giranbiha ji qatên cuda yên civakê di rêya rûmet û serxwebûna welêt û bilindkirina Îslam û Şoreşa Îslamî de pêşkêş kirine û ziyanên din jî dîtine. Niha em bi hemû hebûna xwe dil bi duaya taybet a we ve girêdane ji bo serkeftina teqez li ser dijmin, çi li qada danûstandinan û çi li meydana şer, û hêvî dikin ku her çi zûtir em û dijminên me bandora wê ya mûcîzewî bibînin, inşallah.
والسّلام علیکم و رحمةالله و برکاته
Silav, rehmet û bereketên Xwedê li ser we be.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
20/Ferwerdîn/1405