Peyam li ser şehadeta Serdar Serlêşker Seyid Mecîd Xadimî
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
مِنَ الْمُؤْمِنِينَ رِجَالٌ صَدَقُوا مَا عَاهَدُوا اللهَ عَلَيْهِ فَمِنْهُمْ مَنْ قَضَى نَحْبَهُ وَمِنْهُمْ مَنْ يَنْتَظِرُ وَمَا بَدَّلُوا تَبْدِيلًا (1)
Ji miminan hin mêr hene ku soza xwe ya bi Xwedê re rast anîn cih; hinek ji wan soza xwe bi cih anîn (şehîd bûn) û hinek ji wan li bendê ne, û wan qet tiştek neguherand. (1)
Careke din dijminê Amerîkî-Siyonîst, ku di şerê ferzkirî yê li dijî milet û şervanên xîretkêş ên Îrana Îslamî de û di planên xwe yên nefret de rastî têkçûnên li pey hev hatiye, dest avêt çeka xwe ya herdemî, terora Siyonîst, û yek ji serdarên civaka îstîxbarat û ewlehiyê ya welêt kuşt. Serdar Serlêşker Pasdar Seyid Mecîd Xadimî, ku bi çend dehsalan di qadên ewlehî, îstîxbarat û berevaniya welêt de gelek tekoşînên bêdeng kiribûn, gihîşt feyza şehadetê; lê rêza xurt a şervan û mucahidên rêya heq û rastiyê li Îrana Îslamî û hêzên çekdar ên canfida bûye rêzeke wisa bilind û avahiyeke wisa zeliqandî ku teror û sûc nikarin di armanca wan a cîhadî de valahiyekê çêkin.
Ez şehadeta vî serdarê nenas û wêrek li malbata wî ya rêzdar, hevrêyên wî yên şer û fermandarên Rêxistina Îstîxbarata Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî pîroz dikim û serxweşiyê dibêjim, û ji Xwedayê Bexşdar bilindbûna payeya wî dixwazim.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
17/Ferwerdîn/1405
1) Sûreya Ehzab, ayet 23