Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

ولاتَحسبَنَّ الّذینَ قُتِلوا فی سبیلِ‌اللهِ اَمواتاً بَل اَحیاءٌ عِندَ رَبِّهِم یُرزَقون
Qet wan kesên ku di riya Xwedê de hatine kuştin mirî nehesibîne; belê ew zindî ne û li cem Rebbê xwe têne rizqdan. (Qur'an, Al-i Îmran 3:169)

Bi xemgîniyeke mezin, min nûçeya bi êş a şehadeta birêz Dr. Elî Larîcanî, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî û nûnerê Rêbertiyê di wê encumenê de, û kurê wî yê serbilind û hin hevkarên wî wergirt. Ew kesekî zana, dûrbîn, jîr û pabend bû û xwedî ezmûnên cihêreng di qadên cuda yên siyasî, leşkerî, ewlehî, çandî û rêveberiyê de bû. Nêzîkî pênc dehsalan rolgirtina wî di qatên cuda yên nîzama Îslamî de, ew kiribû kesayetiyeke berbiçav.

Bê guman terorkirina kesayetiyeke wiha nîşana asta girîngiya wî û kîna dijminên Îslamê ya li hember wî ye. Bila dijminên Îslamê bizanin ku rijandina van xwînan li binê dara bi hêz a nîzama Îslamî tenê wê bihêztir dike; û bê guman her xwînek xwînbahayek heye ku kujerên sûcdar ên şehîdan divê di demeke nêzîk de wê bidin. Ez ji bo vê windahiyê ji hevjîna wî ya hêja, zarokên wî yên din û hemû xizmên wî, bi taybetî ji Cenabê Ayetullah Amolî Larîcanî re, ji dil sersaxiyê dixwazim û ji dergehê Xwedayê Heq جلَّ‌وعلا (pak û bilind e) ji bo wan koçkiriyan bilindbûna dereceyên wan dixwazim.

Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî
26/Esfend/1404