Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

مِنَ المُؤمِنینَ رِجالٌ صَدَقوا ما عاهَدوا اللهَ علیهِ فَمِنهُم مَن قَضی نَحبَهُ وَ مِنهُم مَن یَنتَظِرُ وَ ما بَدَّلوا تَبدیلاً
Ji bawermendan hin mêr hene ku di peymana xwe ya bi Xwedê re rast derketin; hinek ji wan soza xwe bi cih anîn (û şehîd bûn) û hinek ji wan jî li bendê ne, û wan qet tiştek neguhertin. (Qur'an, Ehzab 33:23)

Wergirtina nûçeya dilêş a şehadeta Serdar Serlêşker Xulamriza Silêmanî, Serokê Besîca Mustezafan, bû sedema xemgînî û xemeke mezin. Ew ji zû ve di qada têkoşînê de di riya Xwedê de çalak bû û di vê riyê de gelek ezmûn bi dest xistibûn. Terorkirina vî serdarê mucahid, girîngiya mezin a Besîcê û tirsa mezin a ku dijminê kîndar û zelîl ji rûbirûbûna wê heye tîne bîra mirov.

Ez ji bo vê musîbeta bi êş sersaxiyê ji malbata hêja ya wî şehîdê payebilind, hemû hevkarên wî yên di Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî de û hemû Besîciyên delal ên ku ez bi xwe biçûktirînê wan im re dixwazim û hêvî dikim ku Xwedayê Teala cihekî bilind bide wî ezîzî.

Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî
26/Esfend/1404