Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم‌الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

Zimanê farisî, ji bilî ku amûra axaftin û nivîsandinê ye, qalibê nasînê, benê girêdana ramanê û sînorên nasnameyî yên Îraniyan pêk tîne. Ziman û edebiyata farisî yek ji mezintirîn kapasîteyan e ji bo belavkirina çand û şaristaniya dewlemend a Îrana Îslamî li qada cîhanî; û şîreta Rêberê me yê hekîm û şehîd (Xwedê payeya wî ya pîroz bilind bike) ji bo bihêzbûna zimanê farisî, çira riya hêza «şaristaniya Îranî-Îslamî» ye.

Neteweya delal a Îranê di Parastina Pîroz a sêyem de jî, mîna du şerên ferzkirî yên berê, îspat kir ku çîrokên efsanewî yên Firdewsî rastiya jiyan û kesayetiya wan a qehremanane ne û têgehên mirovsaz, mêrxasane û Qur'anî yên Şahnameyê hemû gel û çînên Îranê di parastina nasname, resenî û serxwebûna xwe û têkoşîna li dijî destdirêjkarên «mîna Dehaq» de hevdil, hevrê û hevaheng dikin. Ev destana amadebûn, parastin û serkeftinê erkeke mezin datîne ser milê xelkê çand, edebiyat û hunerê da ku mîna Firdewsî rabin û rabûna hunermendan li domahiya rabûna gel pêk bînin; raman, pênûs û zimên bi hunerê re tevlihev bikin û vegotina serhildana mezin a neteweyê di dîrokê de mayînde bikin.

Ji aliyê din ve, berxwedana bi xîret û serkeftina bi şanaz li hember êrîşa dêwxisletan û şeytanên cîhanê, netewe ji bo parastina serxwebûna şaristanî û rawestana li hember êrîşa zimanî, çandî û şêwazê jiyana Amerîkî amadetir kiriye, da ku bi însiyatîf û nûjeniya çalakvanên qada çandî di riya dabînkirina parastina zimanî û gotarî û mezinbûn û geşbûna zarok, mêrxas û ciwanan de, qonaxên mayî heta serkeftina dawî bi xurtiyeke zêdetir derbas bike,
بِعَون‌ الله تعالی
bi alîkariya Xwedayê Bilind.

Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî
25/Ordîbeheşt/1405