Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî

بسم‌الله الرحمن الرحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan

هُوَ أَنشَأَکُم مِنَ الأَرضِ وَاستَعمَرَکُم فیها
Ew e yê ku hûn ji erdê afirandin û hûn li ser wê bi cih kirin (da ku hûn wê ava bikin). (Qur'an, Hûd 11:61)

Neteweya qehreman a Îranê Newroza îsal bi destan û xîretê re kiriye yek û piştî bîranîna duwazdehê Ferwerdînê, Roja Komara Îslamî ya Îranê, diçe pêşwaziya Roja Xwezayê. Niha ku dijminê Amerîkî û siyonîst ê sivik û bêrehm di hovîtiya xwe de tu sînorekî mirovî, exlaqî û jiyanî nas nake û heta qadên xwezayî û jîngehî yên welatê me yê delal jî kirine armanca êrîş û zirarê, her tevgereke di riya berfirehkirina avadaniyê û avakirina pêşeroja biriqok a Îranê de kiryareke hêja û pêwîst e. Yek ji van karên baş ev e ku endamên gel li hemû bajar û gundan, bi alîkariya hev û bi hevkarî û hevahengiya dezgehên têkildar, ji Roja Xwezayê heta dawiya biharê, bi taybetî di rojên meha Ferwerdînê de, darên fêkî biçînin û xwedîkirina pêwîst a piştre jî bikin. Dêwxisletên zarokkuj ên Amerîkî û siyonîst zarokên nûhatî yên dibistana Şecere Teyyibe bi hovîtî şehîd kirin; lê neteweya Îranê bi niyeta hemû şehîdan, bi taybetî şehîdên şerê ferzkirî yê sêyem, şitla hêviyê li seranserê axa xwe diçîne da ku her yek ji van şitlan di salên pêş de bibe darekî pak (şecereyeke teyyibe) û darekî bi ber, inşallah.

Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî
12/Ferwerdîn/1405