Peyam ji miletê Îranê re derbarê peymannameya navbera serokkomarên Îran û Amerîkayê de
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Miletê bi coş û wefadar ê Îranê, wekî ku we bihîstiye, peymannameyek di navbera serokkomarên Îran û Amerîkayê de hat îmzekirin. Di rêya gihîştina vê qonaxê de, berpirsên vî karî ji ber dilsozî û bi niyeta baş gelek hewl dan; û bê guman ev serokkomarê Amerîkayê bû ku ji bêçaretiyê hemû cureyên amûrên zextê ji bo vê yekê bi kar dianîn. Ez bi xwe di bingeh de xwediyê nêrîneke din bûm, lê ji ber wê sozê ku serokkomarê rêzdar, wekî serokê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî, ji aliyê xwe û endamên din ve ji bo parastina mafên miletê Îranê û Eniya Berxwedanê da min û bi eşkereyî berpirsiyariya wê qebûl kir, min destûra wê da. Wî herwiha bi eşkereyî gotiye ku eger aliyê Amerîkî bixwaze zêdexwaziyê bike, ew ê li ber wê serî netewînin. Ji vê kêliyê û pê ve, em, ango hûn miletê serbilind û ev xizmetkarê biçûk, dê li benda pêkhatina şertên hatine gotin bin. Lê eşkere ye ku danûstandinên rû bi rû yên ku dê di pêşerojê de bên kirin, dê nebin wateya qebûlkirina nêrîna dijmin. Em hêvî dikin ku duaya xêrê ya Serwerê me (Xwedê zû fereca wî bîne) hemû cureyên alîkarî û serkeftinan ji miletê bi şeref ê Îranê re bîne.
والسّلام علیکم و رحمة الله و برکاته
Silav, rehmet û bereketên Xwedê li ser we be.
Seyid Mucteba Huseynî Xamineyî
28/Xurdad/1405