Peyam ji Serokkomarê birêz re li ser şehadeta Hucetulîslam Seyyid Îsmaîl Xetîb, Wezîrê Îstîxbaratê
Ev wergera metna esil a farisî ye. Metna esil bi farisî
بسم الله الرّحمن الرّحیم
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrevan
Serokkomarê birêz, birêz Pezeşkiyan
دامَتحِفاظَتُه و زیدَ عِزُّه
(Xwedê wî her biparêze û rûmeta wî zêde bike)
بعدَ التّحیه والسلام
Piştî silav û rêzê; bi vê yekê ez şehadeta Wezîrê Îstîxbaratê yê xebatkar û gazîyê nenas ê bi tecrûbe, Hucetulîslam Seyyid Îsmaîl Xetîb (rizwana Xwedayê Bilind li ser wî be), li we, li heyeta birêz a hukûmetê û li hevkarên we yên di Wezareta Îstîxbaratê de û bi taybetî li malbata wî mezinî pîroz dikim û serxweşiyê pêşkêş dikim.
Bê guman divê cihê wî yê vala bi hewldana ducarî ya berpirs û karmendên din ên wê wezareta hesas were dagirtin û ewlehî ji dijminên navxweyî û derveyî were standin û ji giştiya hemwelatiyan re were bexşandin. Ez ji Xwedayê bi minet mayîna we û hevkarên we yên din û bilindbûna payeyê ji bo wî şehîdê delal dixwazim.
Seyyid Mucteba Huseynî Xamineyî